Ew sûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin "Kurdistan." di pirtûka "dairetûl Mearifail Îslamî" de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye basûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û die bakurê Rojava.Dr. mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, newt, sifir 8mis), kogird, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina kurdistan di zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine.: Alanî, elîster, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Sarezûr, kengwer, Qirmîsîn, Kirind û xosan, Maydest, Hersîn û Westam."