Payîz e
Payîz e ew dema çû
Ber zivistan derd giran bû
Çendîn bihar wê bihar wê derbas bû
Çendîn havîn wê derbas bûn
Agirê dilêm derman nebû
Kela sînê, derya jînê
Ez kustim ax wê evînê
Payîz e mij û dûman
Berx ketiye sofra guran
Çendîn deman, çendîn salan
Her mane li cîh û waran
Em mane bin cîh û waran
Kela sînê, derya jînê
Ez kustim ax wê evînê
Ey Azadî
Tu nizane
Bê ev çend sevresa
Li benda te mam
Di sevên res û tarî
Ba û baran de
Ez li bendê bûm
Ku tu were li deriyê min bixe
Ey Azadî
Te girtin ji destê min
Ey Azadî
Bi zorê te girtin
Ji himêza min
Bi zore te derxist
Ji xewnên zaroktiya min
Di dergûsa te de
Hînê dengê lorandinên min tê
Û bêhna kenê te
Hîn jî tê ji cilên min
Ji xwe bêhna hezkirina te
Xwe li ser dilê min kiriye neqs
Û qet ji dilê min nare
Ey Azadî
Tu bi xwe zane
Bê te jiyan tev giriye
Hemû jî ês û zoriye
Bê te jiyan koletiye
Ey Azadî
Di nav dîwarên zilmê de
Dixwestin te bi eciqanda
Ey Azadî
Dixwestin li du xwe bihêlin
Sevên sar û dirêj
Berf û baran mij û dûman
Ey Azadî
Kes bi qasî me
Xatirê te nizane
Û kes bi qasî me
Ji te heznake û bêriya te nekiriye
Ey Azadî
Ji ber ku tu ji
Dergûsa me hatiye revandin
Ey Azadî
Mîna Roja Me.
MEM Û ZÎN
Ger dê hebûya me padisahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek
Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet
Rêbiwarên xweliyê
Rêbiwarên xweliyê
Bi cotin darînî
Zeviyên xewnan dajon
Bi tovên sevan zeviyan
diçînin
Bi seqema zivistanî
rengan dilorînin
Reng
berî ku sewqdar bibin
direvin
Rêbiwarên xweliyê
dibin xwelî
û her tistî bi xwe vedisêrin