FEYDA ZIMAN
Miskek û çêlikên xwe li derve digerîyan. Bi carekê de çavê wê li pisikekê ket. Miskê dest pê kir 'ewtîya.
'Ewt 'ewt 'ewt!
Gava ku pisîkê 'ewtîna wê bihîst, got qey kuçik e, ji tirsa, ji wê derê revya.
Miskê jî ji çêlikên xwe re weha got:
- Yaaa zarokno, we jî bi çavên xwe dît ku çiqas bi feyde ye ku meriv bi zimanekî biyanî bizanibe!
Mela û Bîrokrat
Di salê 1990î de ji Serhedê melayekî Kurd diçe paytextê tirkan Enqerê.
Diçe ku bi kurdek birokrat re hevdîtinê çêke.
Beriya ku birêkeve ew kurdê birokrat ji mela re têl dike û dibêje;
-Seydayê heja, ji kerema xwe re ku tu hatî Enqerê ji min re du devo penîr, du post toraq û deh kilo çortan bixwe re bîne!..
Mela dibêje:
-Bas e keko, ser çavan! Ka ez lê bigerim ku bibînim, ezê ji te re bînim.
Dema mela diçe Enqerê û bi wî dostê xwe re hevdîtinê dike, kurdê birokrat dipirse:
-Ka te ji min re çi anî?
Mela dibêje:
-Bira li qisûra min nenihêre, welleh ez li hemî ciya geriyam; partiyên kurda gundê xwe vala kiribûn û hemu sivan, gavan û bêrivanên me bûbûn siyasetmedar, jiber vê yekê kesên ku penîr, toraq û çortan çêbikirina nemabûn, loma min neanî.
Nan
Diya Moro dixwaze xwarinê bi Moro bide xwarin.
"Bixwe lawê min, nanê xwe bixwe!"
- "Ez nan naxwim, bîzê min naçe nan!"
- "Divê tu nan bixwî ku mezin û bihêz bibî"
- "Çima, divê ez mezin û bihêz bibim?"
-"Ji bo ku tu bikaribî nanê xwe qezenc bikî, kurê min!"
- "Tu jî dibînî, ez ji nan hez nakim!"
Du din
Du dîn dixwazin ji tîmarxanê birevin. Yek ji yekî ra dibêje, hela here li hesinên ber derî binêre, heger pir bilind in emê di bin ra,
heger nizmin emê di ser ra birevin. Hevealê wî dihere, pistî çend deqîqeyan tê , dibêje:
Weleh emê nikanibin birevin.
Yê din dibêje çima:
Ew dibêje:
-Weleh hesin rakirine
Xalê Emin
Lawê xalê Emîn ji ber mesela karê siyasî dixebite.Jibona lawê wi çawîsê qereqolê ji xalê Emîn gelek acIze.
Rojekê xalê Emîn ji mal diçe ku here nava gund.Qereqol jî li ser riya mala xalê Emîn e.nêzîkî qereqolê kerek
dizire.
Çawîsê qereqolê jî li ber deryê qereqolê sekiniye Çawîs bang li xalê Emîn dike:
Emîn Axa,Emîn axa!
Xalê Emîn lê dizîvire „ne var qumotan
Çawîs: Yawo bu essek ne diyor
Xalê Emîn: Weleh ben anlamadi qomutan çunkî ben Turkce fazla bilmiyor.
Zimanê Xerib
Cewrikekî hîn nûh dest bi xwendegehê kriribû. Êvarê ji xwendegehê derdikeve tê malê. Bavê cewrik jê dipirse:
— Kurê min îro li xwendegehê ti çi hîn bûyîs
Cewrik:
–– Bavo, em îro li xwendegehê zimanekî xerîb hîn bûn.
Bavê wî cardin dipirse:
— Massellah, ha masellah. De ka zimanekî çawa hûn hîn bûnin, hinekî bipeyve.
Cewrik:
— Miyaw, miyaw, miyaw, mir, mir, mir...
Çi Jahr Ma !
Filît jî wek gelek Kurdî îltîcayî Swêd kiribû. Pistî çend mehan, sevekê telefona wî lê ket, ji welêt hevalekî wî lê digeriya. Pistî pirsîna li hal û xatirên hev, hevalê wî jê re got.
- Filît, ma Swêdî însanin çawa ne ? Masalê ji xerîban re bas in.
Filît got:
- Law welle mesela namûsê ne têde, wekî din heta tu bixwazî mêrika bas in.
Li ser vê bersîvê hevalê Filît dibêje:
- Ê ma çi jahr ma !
Pênc birîndar...
li stenbolê sufêrê ambulansê pênc birîndar birin nexwesxanê.Tuxtor got:
-ji me re gotîbûn birîndar yek e,vaye te pênc heb anine.Ma ev çarên din ji ku derketin?
sufêr got:
-Di çûyinê de min pê li duduyan kir û hatinê de jî pêli duduyan,lema tevhev bû pênc.