Abdullah Öcalan, di 1949an de li gundê Omerlî yê navçeya Riha Halfetiyê hat dinê. Dibistana seretayî li Cibînê xwend û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parvekirinê de pêsengî dikir. Dibistana navîn li Nizipê lîse jî li Enqerê li lîseya Tapu Kadastro qedand. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kir. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sîstema feodal û dewletê ji nêz ve dît. Di 1971ê de tayîna xwe deranî Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade dikir ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li fakulteya hiqûqê çêkir û dev ji karmendiyê berda. Di wan salan de Stenbol di bin tesîra bayê 68an de bû. Ocalan jî kete bin tesîra vî bayî û Marksîzim û Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzî xeyalên xwe yên zaroktiyê dîtin. Ocalan biryar dabû ku sosyalîzm û pirsgirêka kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê biryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li fakulteya zanîngên siyasî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav armosfereke tund a guftugoyan de dît û seklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972yan de pêsengên soresê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kustin û vê bûyerê sopên kûr di jiyan û ramanên wî de de histin. Di 7ê nîsanê de di çalakiya sermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û sandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand fikra avakirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Pistî 1972an pirsgirêka kurd bi gelek derdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerda bilind a demokratîk a enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên îdeolojîk ên ku di nava komekê de dimesîne, digihîne merhaleya dawî. Koma di bin pêsengiya Ocalan de di dawiya sala 1975an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimesîne.

Di 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên xwe li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û biryara avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya ya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk kisand. Li ser vê sêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê bû, dewleta tirk zextên xwe zêde kirin. Dewletê bi awayekî vekirî li hemberî terza Ocalan ser dida destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan di 1979an de derket derve û çû Libnanê. Bi vî awayî mesa ku wê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, dest pê kir. PKKê li Libanaê di 1982yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û biryara vegera nava axa welêt wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêsengiya Öcalan de perwerdeya xwe ya îdeolojîk û eskerî jî temam kiribûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984an de li bakurê Kurdistanê serê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û sûn ve êdî pirsgirêka kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de ye.

Di encama serê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993an û sûn ve PKKê 3 caran agirbest îlan kir. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatin avêtin, rastî kelem û astengiyên derdorên rentxwir hatibûn. Di 9ê dotmeha 1998and e di encama komployeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amadekirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û sûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo astiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bi dest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yunanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêsiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi komployeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê gistî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tena serê xwe di girtîgehê de hat bicihkirin. Ocalan li Îmraîlê bi parêznameya xwe ya pêsî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha astiyê were çareserkirin.




Abdullah Öcalan