Li gorî wan belgeyên ku di destê me de hene, derdikeve holê ku saristaniyeke berz a neteweya kurdan hebûye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêsxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze pistî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne. Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêsandana sanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd, em dixwazin mînakekê bidin: Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê Hexamenisiyan e dibêje : "pirtûkek îraniyan heye ku navê wê Avesta ye û bi zimanê Medî hatiye nivîsîn." Heredotos mêjûnasê bi nav û deng ê yewnanî di dîroka xwe de nivîsiye: "Diyaeko damezirînerê rêzepasayetiya Medî berî dadpirsînê, sikala (hizirname9 xwendiye." Kîtziyasê Yewnanî ku bijîskê qesra Erdesîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên qes û derbarên sahan de dike. Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin. Geznefonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê "Perwerdekirina Kûris" de behs û dabasa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê dike. Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der heqê vê yekê de gelek tist nivîsîne. Ew besa "Tewrat"ê ku bi zimanê hexamenisînî hatiye nivîsîn dabas û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike. li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin, sikala, rojname, saristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye. Her wiha neteweya kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. Û her wisa bûye sermesqa pêsketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne. Her wisa piraniya cih û warên pêsiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne. ligel wê jî lat û textê kevirên, Bêstûn, Serpêla Zehaw, textê Silêman û sûn û warên din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîsandana jiyan û saristaniyeta neteweya kurdan.


Dîroka Çand û Wêjeya Kurdî

powered by Javascripts