Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gist bûne sedema vê yekê ku kurdberê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin. Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pista çarsiman bûye û li ku cihekî xwes dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd çêkirine. Ji sîrê wan ji xwe re penîr, mas, rûn û hwd. girtine. Bi vî rengîzilamê kurd li kêleka jina xwe li bal sewalên xwe li dengê çûkan û li sîresîra kêzikan û li dengê wezîna bê guhdarî kiriye. Li stêrkan nihêriye. Her wisa xwesikahiya xwezaya Kurdistanê dîtiye. Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifsên pistî xwe bi cih hêlane. Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajledarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan ser kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa serker e û di tu sert û mercan de natirse. Pistî ku gelê kurd li dest û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûnistecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye.l Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî f^grî xet û nivîsînê bûye. Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêsxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkosiyaye û kemiliye. Mêcersûn ku yek ji rojhilatnasan e, di gestnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li dest û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîseyan dibin. Gelekî jiax û nistimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kustin. Kurd gelekî bexsende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. dinav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajledarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bmi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. dildarî resbelek 8cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji sahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîsan didin ku kurd diltêr, rûxwes, bi his, zana û wêrek in."


Civak û Jiyana Kurdan

powered by Javascripts