Sewîlê sofî

Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe biso. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl sikestiye.

Sofîyî gote latê:
- Çima te sewîlê min sikand?

Latê got:
- Nexwe çima giya di bin min de sîn dibe?

Sofiyî gote giyê:
- Ji bo çi tu di bin latê de sîn dibî?

Giyê got:
- Nexwe ji bo çi pez min dixwin?

Sofiyî gote pezan:
- Ji bo çi hûn giyê dixwin?

Pezan got:
- Nexwe ji bo çi gur têne me?

Sofiyî gote guran:
- Çima hûn têne pezan?

Guran got:
- Nexwe çima se têne me?

Sofiyî gote seyan:
- Çima hûn têne guran?

Seyan got:
-Nexwe çima kebanî me têr nan nakin?

Sofiyî gote kebaniyan:
- Çima hûn seyan têr nan nakin?

Kebaniyan got:
- Nexwe çima misk hebanên me qul dikin?

Sofiyî gote miskan:
- Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin?

Miskan got:
- Nexwe çima kitik me dikujin?

Sofiyî gote kitikan:
- Çima hûn miskan dikujin?

Kitikan gotin:
- Em birçî ne, em miskan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe.

Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe.

Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.

 

powered by Javascripts

Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto
Hintergrundbilder
Downloads