Qertel û kûsî
Hebû tunebû, carekê ji caran qertelek gellek birçî bû bi rojan gerriya negerriya tu nêçîr ji xwe re peyda nekir. Welê lê hat ku dikir îdî ji nêza bimire. Li ber kevirekî sekinî. Ji birçîna hustiyê wî xwar bûbû, serê wî ketibû ber wî.
Di wê navê re kûsiyek di wê derê re derbas bû. Qeretel di nbava wê perîsaniyê de dît.
Jê re got:
- Birayê qertel, çi bi te hatiye ku tu wiha hustuxwar li ber vî berî sekiniyî?
Qertelî got:
- Xwenga kûsî, qet li halê min mepirse, çend roj in birçî me, min tu nêçîr peyda nekir, dikim ji nêza bimirim.
Kûsî got:
- Riyek heye ez dikarim ji te re bibêjim. Lê ditirsim ku tu bêbextiyan li min bikî.
Qertelî got:
- Bêbextiyan li te nakim, ka ji kerema xwe re bibêje bê çi ye.
Kûsî:
- Xwarnek heye, tim jî peyd dibe. Tu ji min re sond bixwî dê niha raberî te bikim.
Qertelî got:
- Ahd û wahd be ku tu tu zirarê ji min nabînî.
Kûsî dest pê kir, got:
- Di vî erdî de kûsî pirr in. Hema wan bigire, têxe nava penceyên xwe, bi hewa bikeve, bilind bibe û pasê wan berde ser beran. Ew ê qalikê wan bisikê, hundurê wan tijî gost e. Hema dakeve, ji xwe re bixwe.
Gava kûsiyê ev yek got kêfa qertelî hat. Per û baskên xwe dawesandin û got:
- Xwenga kûsî, erê min ahd û wahd dabû te, lê tu dibînî halê min nîne ez li pey kûsiyan bigerim. Ma ji te çêtir heye?!
Qertelî kûsî xiste nava pencên xwe û bi hewa ket. Bilind bû, bû û ew ji nava penceyên xwe bera ser beran da. Kûsî li tahtekê ket, qalikê wê perçe perçe bû, qertel li serê venist û ew xwar. Gav kûsiyên din ev yek dîtin, bi lez û bez baz dan xwe vesartin, lê gunehê kesî bi wê kûsiyê nehat. Hemiyan gotin:
- Heqê wê bû, divê meriv bi qewm û hevalên xwe re xayin dernekeve!
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.