Mirov û Kuçik
Mirovek gava bi rê diçe,dibîne ku kûçikeke kurmî û nexwes li qiraxe rê
ye,kûçik radike û dibe malê.Kûçik xwedî dike ,xwarinê didêyê,heta ku
kûçik bi ser xwe ve tê û rehet dibe.Êdî kûçik ji cim wi mirovî naçe.
Dîsa rojekê ew mirov bi sev gava vedigere mala xwe ,kûçik xwe davêje
ser wî u pê digire, dev lê dike,mirovê me parçe dike û xwîna sor bi ser
mirov de diherikîne.Mirov li pas xwe dizîvire û ji küçike xve dipirse: “Te
çima wisa kir? Ma ne min tu ji mirine xelas kir,te xwedi kir, min xwarin da
te, te çima wisa kir?”
Kûçik bersivê dide :”Belê ras e .Le te mirovatiya xwe kir,min jî kûçiktiya xwe kir”.