ÇÎROKA  DÎK

Çi hewu ye çi tune wu ye.Dîkik hewu ye.Dem zivistan bu ye .Roke dîk li ser cemedé (buz) xwe xîj dike.Li ser cemedé,li erde dikeve.

Dîk ji cemedé ra:

-Cemed ! Tu pir bi quwatî,te ez li erdé xistim.Cemedé:

-Ez pir bi quwat bim ro min nahelîné.Dîk li ser wé dihere ba ro û jera :

-Ro ,tû pir bi quwatî ku cemedé dihelînî.Ro:

-Ez pir bi quwet bim duman nakeve ber min.Dîk dihere ba duman .Jé ra:

-Duman ,tu pir bi quweti ku dikevî ber royé.Duman jé ra:

-Ez pir bi quwet bim baran min qûl naké.Dîk dihere ba barane.Jé ra:

-Baran,tu pir bi quwetî ku dumén qûl dikî.Baran jî:

-Ez pir bi quwet bim erd min neksîne.Dîk dihere ba erdé.Jé ra:

-Erdo,tû pîr bi quwetî ku baran e dîksînî.Erd:

- Ez pir bi quwet bim çére li ser min narize.Dîk dihere ba çéré.Jé ra :

-Çére ,tu pir bi quwatî,ser erdé dirizî.Çere:

- Ez pir bi quwet bim mange min naxwe.

-Dîk dihere ba mangé .Jé ra:

-Mange,tû pir bi quwetî ku çére dixwî.Mange:

-Ez pir bi quwet bim gûr min naxwe.Dîk dihere ba gûr.jé ra:

-Gûro,tu pir bi quwetî ku mangé dixwî.Gûr:

-Ez pir bi quwet bim ji kuçiknatirsim.Dîk dihere ba kuçik.Je ra:

-Kuçik,tu pir bi quwetî ku gûr ji te ditirse.Kuçik:

- Ez pir bi quwet bim xudané min détéra min,min yal ke.

Dîk berî xwe dide xudan.Pir dihere hendik dihere .Li re kelemik di lingî wî ra tere.Dîk ji durva da xanîkî dibîne.Di bacé xéni ra dumanik derdikeve.Dîk dikeve hundir.Ji jineka bi porî xwe nén lé dixe,dîk ji wé ra:

-Vî kelemî jî lingé min derxe pé nané xwe léxe.Bi vî kelemî nan le dikevin.Dîk jé ra:

-Ya ka keleme min,yan jî ka heft nanan.Jinik béçare,heft nana dide dîk.Dîk jî wé deré dihere.Li ser rîya xwe rasté sivanekî té.Sivan véqas birçî bûye,véqas birçî buye kuji birçîbuna bisqula dixwe.Dîk heft nanén xwe dide sivén.Sivan bi van heft nana ziké xwe tér dike.Dîk icar ji sivén ra:

-Ya ka heft nanén min,yan jî ka heft beranan.Sivan ,bihérs û bédil mecbur heft beranen dide dîk.Dîk heft beranén xwe dide ber xwe û ji wé deré dihere.Dîk te gûndekî,ku  li gund dawatik heye.Li dawaté suna berx û mîya pisika û kûçika serjé dikin.Dîk ji wan dipirse:

-Çima hun pisik ûkuçika serjé didkin?Gundî:

-Tu qurban tunene,ji bo we!

Dîk beranén xwe dide wan.Ew beranan dikin qurban.Pasé dawet diqede.Dîk ji wan ra:

-Ya beranén  min bidin yan ji bûké!

Gundî bûké dide dîk .Dîk ,bi bûké va ji wé deré diherin.Li ser rîya xwe xortekî dibîne ,ku xort li pîpiké(tutik) dixe.Ji wî ra:

-Heyne vé bûké,ka we pîpke!Dîk pîpké heytine(hildigre) dihere nav gûnd û pîpké dixe.

Pîpîîp!Kelemik bi heft nanan!

Heft nan bi heft berenan,

Heft beran bi bûkeké,

Bûkek bi pîpîkekeé

Pîîpîîp!

Herem:Anatoliya navin,Cihanbeyli

Berhevkar:Irfan Baysal   


powered by Javascripts

Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto Kredit Credit Cashlife Geld Konto Lebensversicherung Allianz Zinsen Bank Sebbank Direktbank Citibank kredite Creditplus Girokonto
Hintergrundbilder
Downloads