Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobar", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Pasê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine. Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li basûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Res re koçbernî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûna du bes. Besek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey;ên Ewropayî yên niha pasmaya wê besê ne. Besa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Pasê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Pistî demekeê ew bes jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndistanê pasmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî" deng veda. Ew desteya ku li Îranê nistecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin. Faris jî pês ketin û wan jî dewleteke bi navê "Hexamenisîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'yê berî zayînê de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexamenisiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.