Endamê Komîteya Navendî yê PKK'ê û Fermandarê yekemîn ê HRK'ê bû.
Di sala 1986ê de Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan (HRK)ê Mahsum Korkmaz (Agîd) li çiyayê Gabarê sehîd ket.
Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Agîd, li navçeya Amed Silvanê jidayikbû. Di temenê xwe yê biçûk de koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lûbnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt. Mehsun Kormaz, mohra xwe li tevgera 15 Tebaxa 1984an ya PKKê da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yêArtêsa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKê û Hêzên Parastina Gel HPGêye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pist çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê Gelê Kurd de cîh girtiye.